rawêjîsm | ڕاوێژیسم

#helbest
Канал
Искусство и дизайн
Образование
Музыка
Книги
Курдский
Логотип телеграм канала rawêjîsm | ڕاوێژیسم
@RawezhismПродвигать
2,39 тыс.
подписчиков
1,28 тыс.
фото
577
видео
543
ссылки
ڕاوێژیسم پێگەیەکی سەربەخۆیە بۆ خزمەت بە ئەدەب و ھونەری کوردی. ▫️ Instagram.com/Rawezhism ▫️ Facebook.com/Rawezhism ▫️ Twitter.com/Rawezhism ▫️ YouTube.com/Rawezhism 📩 [email protected]
This media is not supported in your browser
VIEW IN TELEGRAM
Xerîba beyanî - Işik Berfîn

“Xerîba beyanî
Agir girte xanî
Kes halê xerîb nizanî
Xerîbê çû avê
Qeytan kete navê
Xwe heram kir nanê bavê

Oy oy li min xeribê
Be tal û nesîbê
Xwedi neke kes xeribê
Oy oy li min xerîbê
Oy oy li min delîlê
Xwedê neke kes xerîbê”

#kurdishmusic #Rojda #xerîbabeyanî #Sitran #kurdishfolkmusic #Bakûr #wêje #helbest #mûzîk #kurdî #ڕاوێژیسم #مۆسیقای_کوردی #دەنگی_ژن

@rawezhism
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Seyda perînçek - Hêdî hêdî
سەیدا پەرینچەک - هێدی هێدی

Bû xwê û ket birîna min
Salan dibe ji emrê min
Dixwe goştê vî canê min
Mîna gur a hêdî hêdî

ئامادەکردنی: #ڕاوێژیسم
#مۆسیقا_فێرکاری_زاراوە_و_زمان #️⃣

تێبینی: مەبەستی سەرەکی ئەم زنجیرە وەرگێڕانانە، فێرکاری زاراوە کوردییەکانە لە ڕێگای مۆسیقا و سترانەکانەوە. هیوادارین بە دڵتان بێت و لە بڵاوکردنەوەیاندا هاوکارمان بن.

#kurdishmusic #seydaperinçek #seydaperincek #sitran #music #zimanêkurdî #zimanêdayikê #sitranênkurdî #helbest #dengbêjî #Mûzîk #Soranî #kurmancî #مۆسیقای_کوردی #کوردی

@rawezhism
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Gulfiroş - Erdem Oral

Ez ji xew rabûm, gulfiroşek dî,
Pir gelek şa bûm, gul bi dil didî.
Gul bi dil didî.

#Helbest: Mamoste #Cigerxwîn

@rawezhism
rawêjîsm | ڕاوێژیسم
Video
Ma Music Center”
‏bi tena serê xwe wa şorşek nojenbûyî çêdike di ser ji nû avakirina mûzîk a folka kurdî. Ev xebat û Ev pêngav bi rastî jî cihê şehnazî û pîroz kirinê ye. perwerde kirin û pêgehiandina Komek ji Zarok û kencên behremend bi wî avayî xebatek balkêş û serkeftî ye. Tişta din ya herî xweş; komvebûna endamên wê komê ye; ku di her sê çar beşên kurdistan a mezin pêk tên, Û bêgûman ev jî zengîniyek din ya wî kar û xebatî ye. Em wek Rûpela @rawezhism bi rêz û serbilindî palpiştiya wê xebatê dikin.

پێگەی Ma Music centrt هەر بە تەنها خەریکە شۆڕشێک دەکات لە نۆژەن کردن و سەر لە نوێی ئاواکردنی مۆسیقای فۆڵکی کوردیدا. ئەم خەبات و ئەم هەنگاوە بە ڕاستی جێگای شانازی و پیرۆز کردنە. پەروەردەکردن و پێگەهاندنی کۆمەڵێک منداڵ و گەنجی بەهرەمەند بەم شێوەیە، خەباتێک سەرنجڕاکێش و سەرکەوتووە. شتێکی جوانی ئەم کۆمە، خرڤەبوونی ئەندامانی کۆمەکەیە لە هەر سێ چوار بەشی کوردستانی گەورە، کە ئەمەش بێگومان دەوڵەمەندییەکی تری خەباتەکەیە. ئێمە وەک لاپەڕەی #ڕاوێژیسم بە ڕێز و سەربڵندییەوە پاڵپشتی ئەم هەوڵە دەکەین.

#kurdishmusic #mamusiccenter #kurdishfolkmusic #bakûr #başûr #rojhilat #rojava #sitran #dengbêjî #helbest #kurdistan #deng


@rawezhism
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Serê memikan du kanî ne çi tî me
Ji wan dûr bim, hejar û barketî me
Enî hîv e li ezmanê dilê min
Du çavên wê şehinşah, ez benî me
Du lêvên sor du qeykên hingiv in, ez
Hezar pêl im û deryak bê binî me
Bi zendên xwe dema ko wê dipêçim
Nema zanima kî ye yara mi, kî me!

Jan Dost

@rawezhism | #Helbest
rawêjîsm | ڕاوێژیسم
‍ «Keştiya Bayê» Helbeat û Gotin: Selîm Temo ji welatê şînê ber bi cotmehê ve baskên perpisandî bûn min çi sermiyan hebe tu dihatî ji nav refa kewên brîndar di çavên te de xweliya şev bayê xemê di sînga min de bêhna bizirkên zarokatiyê ku tu kes ne dermanê…
⠀⠀⠀⠀⠀⠀⠀⠀⠀
“peyv”
⠀⠀⠀⠀⠀⠀⠀⠀⠀
devê gur girêbide, devê gur girê..
lê hema ez, bi vî ziman û zêna folklorik
siwar im li hespê gotinokan
peyvên min li dorhêla bajêrên mezin
wek nameyeke wenda ji dema xwe dûr
kî mir kî çû kî ma nizanim
⠀⠀⠀⠀⠀⠀⠀⠀⠀
peyvên min di hingora serdemê de bêmefer
nikarim bêjim ez ji te hez dikim
te ez kuştim rast e,
aşiqê te rat e
peyvên min wekî min şel û şat in
li ber sekeratên demê her disojin wekî min
⠀⠀⠀⠀⠀⠀⠀⠀⠀
di cîhana wergerê de bê zar im bê ziman im
peyvno, werin min hilgirin û bibin

⠀⠀⠀⠀⠀⠀⠀⠀⠀
✍🏻 “Selîm Temo”

#Rawezhism #Helbest

Me li ser instagram ê bişopînin:

https://instagram.com/p/BjUBPwDlRe6/
Forwarded from اتچ بات
ger hûn bixwazin
binasin êş û jan û kovaniyê
şevek li welatê min bibin mêvan

ger hûn bixwazin
binasin mirinê
li baskên qulingên koçber binihêrin

ger hun bixwazin
evînê binasin
taldeya rojhilata dilê xwe bipelînin
bê çawa diteyisin bi ken stêrk

ger hûn bixwazin
welatê min binasin
vekin deriyê agir û rojê
kevoka mirovheza heftreng
dê bifire ber bi we.

Helbestvan: #Berkanbereh
#Helbest #Rawêjîsm

🔗 @rawezhism
#Helbest #وەرگێڕان

Ewna kêzikan nakujin
Ewna hîn wiqas baqil nebûne ku tifî ser gulan bikin
Ewna gan didûşin
Siwarî Benzan dibin
Û li xurtkirina hzêa xwe ya cinsî difikirin

Alîs di welatê ecayîban da
Hesen di Lî Lî Pûtê da
Ez di fikra te da
Em gişt bi hev ra falûdeyê dixwun

Pêçiyê xwe têxe nav çavên xwe
Nav guçikê xwe
Nav devê xwe
Û tama meriv biçêje

Ewna bavê esmên
Ji nav posteyên şukulatê derdixin
Û dixin nav devê xwe
Lê me hîn,
Heta tama xwe jî çêj nekiriye.

#Muhsin_Bîdwazî
Wergêr: #Berat_Qewîendam

آن‌ها سوسک‌‌ها را نمی‌کُشند
آن‌ها هنوز آنقدر عاقل نشده‌اند که روی گل‌ها تُف نکنند
آن‌ها گاوها را می‌دوشند
سوار بنز می‌شوند
و به تقویت قوای جنسی‌شان فکر می‌کنند

آلیس در سرزمین عجایب
حسن در لی‌لی‌پوت
من در نخ‌تو
همه‌مان دسته‌جمعی فالوده‌‌ایم

انگشتت را در چشمت فرو کن
در گوشت
در دهانت
و مزه‌ی انسان را بچش

آن‌ها پدر آسمان را
از لابه‌لای پوسته‌ی شکلات‌ها در می‌آورند
می‌گذارند در دهانشان
و ما هنوز،
حتی مزه‌ی خودمان را نچشیده‌ایم.

#محسن_بیدوازی 🌐 #ڕاوێژیسم

@Rawezhism @rawezhism
🔘@rawezhism

#Helbest #kurmanji

Dilo, rabe xwe kêf xweŞ ke, biçîn seyra gulistanê
Bese, carek tu xwe bi weŞ ke, Hilo! Da biçne seyranê

Gulîstan wekû sorgul tê, çimen misla ku sunbul tê
Hezar bulbul bi xulxul tê,
di fesla mahê nîsanê

Di fesla çardeyê nîsan,
me dî bû dîlberek dîsan
Be dil meŞ´el çira îsan,
me can da Şubhê perwanê

Me can da dîlberek sade,
letîf û sox û begzade
Ji qeydan kir me azade,
nîhan xwendîme diwanê

Nihanî, xelwetek da min,
ji le´lan Şerbetek da min
Bi dîn guh Şîretek da min, girim bende di fermanê

Ji fermanê kî haziq bit,
û naxwazî munafiq bit
Divê her dem muwafiq bit, wekî Şêxê di senanê

Wekî Şêxê, dê hazir bit,
li fermanê ku nazir bit
Bi emrê dostê kafir bit,
bi sojit suhfê quranê

Disojim suhfê mektûbê,
bi emrê yar û mehbûbe
Dema dil dim bi metlûbe didem ez dîn û îmanê

Eger dîlber mecazî bit,
ji rengê lebsê xazî bit
Bila sofî ne razî bit,
bi mîne ew di hirmanê

Binê, sofî qewî dîne,
wekî xuffasê miskîne
Li nik wî roj tureng nîne,
xwe naspêrit direxŞane

Dilê wî kor û e´ma ye,
ji weslê dûrîda maye
Li ber wî derge dadaye, nehîste bête dîwanê

Ez im serxwes ji wê camê,
ez im ruswa di nêv âmê
Ez im enqa ketim damê,
bi zulfa ser li xal danê

Bi zulfa hate serxalan,
bi nefsa tîtik û alan
Dil û canê me ebdalan
di bit dîsa di talanê

Di talanê ku sed ser çûn, hezaran genc û gewher çûn
Dilê sed pare ker-ker çûn,
Tu „ Xanî „ beske efkanê

#EhmedêXanî #Hilo_û_Hero_Sedcar

🔘 @rawezhism
https://t.me/joinchat/AAAAADvfdFVQoncrY0XPxA
◾️ @rawezhism
#Helbest #kurmanji

Şox û şengê zuhre-rengê
Dil ji min bir, dil ji min
Awirên heybet-pilingê
Dil ji min bir, dil ji min.

Wê şepalê misk î xalê,
Dêm-durê gerden şemalê,
Cebheta biskan sema lê
Dil ji min bir, dil ji min.

Zulf û xalan nûn û dalan
Wan ji min bir dil bitalan
Goşeê qewsê hîlalan
Dil ji min bir, dil ji min.

Dêm nedirê bo ebîrê
Xemrî yû gîs û herîrê
Sîne kir amancê tîrê
Dil ji min bir, dil ji min.

Sur-şirînê nazenînê
Kuştim û nakit yeqşnê
Wê bi çengala evînê
Dil ji min bir, dil ji min.

Fetl û taban da xuraban
Ebleq û cuhtê şebaban
Dame ber pence w kulaban
Dil ji min bir, dil ji min.

Xoş-xeramê, ez xulamê
Nazikê şirîn-kelamê
Tûtîya eywan meqamê
Dil ji min bir, dil ji min.

#Dil_Jimin_Bir #MelayêCizîrî

@rawezhism
https://t.me/joinchat/AAAAADvfdFWtFL1f5WMjcg