"Janya"
xwedê û wext xelet hatiye xetimkirin
naqosên dêran kerr...
minare kin...
doktrînên dekolte lixwekirî evdal...
sarincên ji baranên derengmayî, derengbarî hatibû
damezrandin, bi derbeke neşterê ya dirinde, şolî bûne
barûyên ji evînên nukleerî, di serdabên ji krîstalên rokoko
hatibûn kemilandin qîtik qîtikî bûne, ji xewnên bêxwedî
xeyîdîme, pekiyame û hatime janya, ji nalînên min re
vokalîstiyê bike
(ji qevmê pezkoviyan re xew heram e)
peykerekî: antîk, derîzî û mîtolojîk im, nêm ji min dihere, li
ezmanê hundirê min, qaqlîbaz firînên kamîkazeyî li dar
dixin, kovanên genimî, li ber aşên êşan, kêliyekê jî aş nabin,
aj nabin, hûr dibin û hey hûr dibin, ji elfabêtan tîpek kêm
dibe ku dimirim, w... ey waweylê janya, kezeba min dike di
devê min re derkeve ji qehra...
çiqas êvarên şînboz bihurîn û çûn ji keştiya xeyalan
çirûskeke serzer peya nebû, li peravên hestên min ên hestî û
çermmayî, pêxemberekî sexte di nav kirasê xwe yê
gewrîboz de, bi derewan be jî dest dirêjî min nekir, min
venexwend cemeata xwe, ferîşteyeke fahîşe sing venekir,
maran jî ez ji kom û refên xwe aferoz dikirim, bi qasî yez-
danekî bêqûl tenê dimam, mezhebên şêx û mirîdên wê ez,
min diafirand di çarmixan de, min her çavê xwe li destmal-
ka bixwîn, ya destê weronîkayê digerand, bi îskeîskeke zen-
garî, mîna guran tim dizûrriyam, hosteyê dînîtiyê mam,
goştê hov ji te re ricifeke ruh divê,
nêrîneke şêtiya şûran divê,
ez heta qirikê binicihê tirbê
hilnayêm janya
hilnayêm porkurê
di tirban de hilnayêm ha!!!
a li eniya te nivîsî ne ne qeder e, soneya serpêhatiya temenê
min e, dengê min diêşe, welê bi sewteke berz û peritî min
dilê xwe têr rehet nekir li qîrîniya navê te, çirreke şiîr
didoşim ji hewraniyên sipîboz ji bona çivîkên çavên te xwezî
janya min îmana te ya rewnaq bihewanda, xwezî berxê ji
xeynî te pê ve, bi tu fikaran min tehma hişê xwe xera nekira,
bêxem min tu li suqulîka xwe bikira û sûk bi sûk bigeren-
da, di şaneşînên nêrgiz û nesrînan de, min devê te biki-
ra zîndana zimanê xwe
lê xwedê û wext xelet hatiye xetimkirin
ez hêmayeke heyama hewaran,
di herban de nîşangeha riman
serî gog, çav xar, zikçirîyayî
fermo janya êdî tu dikarî xwe bikujî! ...
✒️ Rênas Jiyan
▫️Rênas Jiyan (fermî: Zübeyir Avcı) (z. 1974, Qoser) helbestvan, nivîskar û weşangerê osman e sıfır. Di 1'ê reşemiya 1974'an li Qosera Mêrdînê ji dayik bû. Li Zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Perwerdehiyê beşa Mamostetiya Seretayî xwend. Piştî zanîngeh qedand dest bi mamostetiyê kir. Di 1999'an de dîwana wî ya yekem Janya çap bû. Di sala 2002an de li gel 12 kesan bi hinceta xebatên li ser zimanê kurdî li Mêrdînê hate girtin û piştî wê hat sirgûnkirin. Rênas Jiyan di helbesta kurdî de xwediyê cîhekî giring e. Dîwana wî ya bi navê "Janya" di nava xwendevanan de pirr hate hezkirin ku hê di pirtûka yekem de ew weke pênûseke xurt da nasandin. Di dîwana "Mexzena Xwînê" de bi koleksiyonên helbestan xwestiye balê bikişîne ser rewşa kurdan ya sosyopsîkolojîk û bi hêmayên bîra helbestvên, dîmenên heyamekê saz bike ku ev jî bi mirov dide gotin ku bandora wî dê li ser nifşên nû xurt be. Bi şano-trajediya xwe ya bi navê "Di Tuwaletê de" tundî, xerabî û xezeba mirovan vegot. Pirtûka wî "Ji Şevê Re" xebateke li ser bindestî û têgehan e. Di havîna 2003'yan de ekola "Çirûskîzm"ê eşkere kir[2]. Bi pirtûka xwe ya bi navê "Çirûskîzm-li ser goşt û agir û hunerê lêkolîneke fenomenolojîk" bingeha felsefe û teoriya bi Kurdî saz kir û ekola Çirûskîzmê ava kir. Di 1ê cotmeha 2016an de li Amedê hate desteserkirin û piştî 5 rojan serbest hate berdan. Ji sala 2003an û vir ve edîtoriya Weşanên Belkîyê û di sala 2007an de bi destpêkirina kovara Çirûskê dîrektoriya wê dike.
@rawezhism |
#Rawêjîsm