#يك_جهان_شاهنامه_خوان♦️ #شاهنامه_فردوسي#كردي (كرمانجي)
🔶#مهربانو_محبوبه_سعادتمند🔷Şahnameya Ferdosî ku bi rastî wek zeryayeke kûr e, yek ji dirêjtirîn û mezintirîn berhema wêjeyî ya cîhanê û girîngtirîn nameya palewanî û himasî ya Îranê ye.
Ebolqasim Mensûr Îbnê Hesenê Tûsî ku di nava salên 329 ta 416ê hêcrî- qemerî de dijiya ev nameya bierziş ji rû Şahnameya Ebûmensûrî ji forma pexşanê bire ser forma helbestkî. Wî jiyana xwe ya binirx û daratiya xwe da ser wî karî.
Şahnameya Firdosî ya bêhempa kêm zêde di sedhezar xiştî de hatiye strandin.
Ji dû pêşgotinê derbarê çar silsileyên paşayî yên Pîşdadî, Kiyanî, Eşkanî û Sasanî dibêje.
Menzûmeya Firdosî ji hêla formê ve Mesnevî ye. Hin ji lêkolîneran wê dikin sê beşan, Ostûreyî, Himasî û Tarîxî. Ji ber wê em dikarin bibêjin ku ew destana neteweyî ya Îranê ye.
💠بنیاد فردوسی مشهد
💠كانون شاهنامه فردوسي توس
🆔https://t.center/bonyadeferdowsitous