ger hûn bixwazin
binasin êş û jan û kovaniyê
şevek li welatê min bibin mêvan
ger hûn bixwazin
binasin mirinê
li baskên qulingên koçber binihêrin
ger hun bixwazin
evînê binasin
taldeya rojhilata dilê xwe bipelînin
bê çawa diteyisin bi ken stêrk
ger hûn bixwazin
welatê min binasin
vekin deriyê agir û rojê
kevoka mirovheza heftreng
dê bifire ber bi we.
Helbestvan:
#Berkanbereh#Helbest #Rawêjîsm 🔗 @rawezhism